Perxudres Podcast

Perxudres Medya

Details

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: [email protected]

Recent Episodes

OCT 22, 2026
#488. Bismillah Her Der Tarî Ye
Gêncên Fransayê, gêncên payîza 2026an jiber şertên xirab yên xwendinê û bihabûna heyatê rabûn, di protestoyan da li dora sloganeka enteresan kom bûn: "Bismillah, c’est les ténèbres” Tercûmeya vê gotinê ‘’Bismillah, tarî ye’’ yan ‘’Bismillah, tarî daket’’ e û dûz, dîrekt, rasterast mehneyekê nade, lê jibo gêncên Fransayê mehneya wê pir e û kûr e. Bismillah bi Erebî ‘’Bi navê Xwedê’’ ye, Misilman berî dest bi karê xwe bikin vê gotinê dibêjin. Gotin ketiye argoya Fransizan, mehneya wê di zimanê ziqaqê da bûye îfadeyeka nola ‘’De were em destpê bikin..’’ ''C’est les ténèbres'', va gotina bi Fransizî jî qeswetê, rewşeka reş raber dike, û mehneya wê ''tarî ye'', ''tarî daket'' e. Li gor gotina gêncên rabûne protestoyan, polîsên xwestine li ser Snapchatê bikevin nêv komên protesteran, xwestine xwe nola wan bikin û bi vê gotinê, bi ‘’Bismillah, c’est les tênebres’’ silav li wan dane, lê wan ji vê gotinê di cîh de fehm kiriye ku polîs rengekî çerx dikin. Gênc dibêjin polîsan tevî profîlên navên wan Mamedou û Abdellah û beyraqên Cezayîrê li ser qaşo xwestine xwe nola wan bikin, lê dibêjin jiber ku ew ziqaqê, zimanê ziqaqê nizanin, bi gotineka ti mehneyê nade, bi ’’Bismillah, c’est les tenebres’’ê ketine rewşeka komîk. Rêvebir û berpirsên Fransayê ser ‘’Bismillah, c’est les tenebres’’ heta niha tiştek negotine. Lê gotin êdî bûye slogan di protestoyan da û li ser pankartên karton bi zimanekî mîzahî tê nivîsîn. Bi van pankartan gênc dibêjin ew dixwazin raber bikin ku polîs û dewlet zimanê gêncan nizanin û ew dizanin ku ew dixwazin wan bi profîlên sexte manîpule bikin. Aktîvîst Greta Thunberg jî gava desteka xwe ya bo gêncan ragihand, got ‘’Bismillah, c’est les tenebres..’’ Ew gotin di protestoyên li Îtalya, Almanya û Belçîka jî tê xanê. Li Fransayê sîyaseta radîkal rast ser protestoyan, Misilmanan, kesên kokên wan Ereb û Afrîqî sûcdar dike. Bi ‘’Bismillah, c’est les tenebres..’’ minaqeşeyên vê meselê gur bûne. Foto: Islem Haoutai
3 MIN
OCT 21, 2026
#487. Hidûd: Enqere-Diyarbekir-Erîvan
⛔️🎧Ermenistanê serxwebûna dewleta xwe sala 1991ê ragihand. Tirkîye ji wan dewletên pêşî bû ku serxwebûna Ermenistanê hema qebûl kir, nas kir. Sala 1993yan piştî Ermenistan ket Qarabaxê, Tirkîyê hidûdê xwe yê bi vê dewletê ra girt. Bi vê girtinê ra di mabêna Enqere û Yêrêvanê da danûstandinên dîplomatîk û ticareta rasterast sekinîn. Nîsana 2005an Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokomarê Ermenistanê Robert Koçeryan ra mektûbek şand. Mektûb bo normalkirina danûstandinên Tirkîye û Ermenistanê gavek bû. Di mektûbê da Recep Tayyîp Erdogan ji Robert Koçeryan ra gotibû ew dikarin ser meseleyên sala 1915an komîsyonekê çêkin. Dûra sala 2008an di mabêna Tirkîye û Ermenistanê da di ser futbolê ra dîplomasîyek çêbû. Serokomarê Tirkîyê Abullah Gül çû Yêrêvanê, maça taqimên milî yên her du dewletan sêr kir. Piştî Ermenistanê serxwebûna xwe îlan kiribû, ji Tirkîyê meqamê serokomarîyê cara pêşî çûbû Yêrêvanê. Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan jî sala 2009an hat li Bursayê maç sêr kir. Tirkîyê û Ermenistanê eynî salê li Zurîhê bi protokolekê li hev kirin ku dîyalog û danûstandinê pêşve bibin, lê vê heyecanê pir neajot, mesele li şûna xwe sekinî. Hidûda girtî ancax Sibata 2023yan, piştî deprema li Tirkîyê vebû. Ermenistanê berê ji vê hidûdê yardimên xwe, dûra jî bo sersaxîyê dîplomatên xwe şandin. Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan sala 2023yan li merasîma sondxwarinê ya Recep Tayyîp Erdogan hazir bû. Eylûla 2025an heyeteka Tirkîyê ji hidûd bi meş derbazî hêla Ermenistanê bû û danûstandin hinekî din pêşve çûn. Bi van danûstandinan, bi vê rewşê, çaverê ye li ber e ku hidûdê Ermenistan û Tirkîyê tam vebe. Adem Bulutê li Tirkîyê bi karên xwe yên modern-artê tê naskirin û bi awayekî profesyonel rêberîya tûr û turîstan dike jiber ku hidûdê Tirkîye û Ermenistanê heta niha jî girtiye, mişterîyên xwe di ser Gurcistanê ra dibe Ermenistanê. Rêber Adem di paketeka Qasima 2026an da gerok û geştîyaran ji Diyarbekir bi otobusê dibe Yêrêvanê û tevî vegerê bo tûra 3 şevan û 4 rojan 450 dolar distîne. “Tûra me erzan e, eger derîyê Tirkîye û Ermenistanê vebe, em ê hîn erzantir û hîn zûtir herin werin’’ dibêje Rêber Adem. Li hêlekê Tirkîye, li hêlekê Ermenistan, jiber ku mişterîyên wî yên potansîyel Kurd in, Rêber Adem plan programa gerê li gor Kurdan çêdike û wan dibe Radyoya Yêrêvanê jî. Dengê wê radyoyê wan salên Kurdî li Tirkîyê tam yasax bû ji Ermenistanê serbest derbazî erdên Tirkîyê dibû û milet mîna tiştekî miqedes be li ber rûnişt lê guhdarî dikir. Loma, loma miletê Kurd bi kêfekê ser Radyoya Yêrêvanê digot ‘’Gazeteya bêhidûd..’’ Hidûd.. Fotografa li qapaxê: Geştîyar Turîzm EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠
4 MIN
OCT 20, 2026
#486. Li Welatê Arnawidan Ar Dibare
🔥🎧Payîz 2026, Ewrupa bi pêla protestoyên gêncan dikele. Pêşengîya protestoyan gêncên jenerasyona Zyê dikin. Li Fransa, Belçîka, Îtalya, Portekîz, Îspanya, Yunanistan, Awistirya û li welatê Arnawidan, li Albanya milet tevî van gêncan dadikeve meydanan. Protester û polîs, li Tîrana paytexta Arnawidan ew demek e her ro du ro diajon ser hev. Di destê protesteran da kevir û molotof kokteyl hene, di destê polîsan da bi mudaxaleyên sert av û gaz. Bi yekdengî, protester dixwazin ku serokwezîrê welêt Edi Ramayê çar dewr in hikûmran e, ji kar vekişe, îstîfa bike. Lê Edi Rama dibêje aktorên derva protesteran sor û germ dikin, dibêje destê dewletên din di van protestoyan da heye û îstîfayê red dike. Medyaya Arnawidan ragihand ku Edi Rama ji dostê xwe yê li Enqerê, ji Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan destek xwestiye. Di xeberan da tevî fotografên delîl in tê gotin ku Recep Tayyip Erdogan ji Edi Rama ra du TOMA, du wesayîtên mudaxaleyê şandine. Vîdeoyên li ser sosyal medyayê raber dikin ku TOMAyên Tirkîyê li Tîranê dest bi mudaxaleyan kirine. Gêncên li welatê Arnawidan ser mesrefên xwendinê, ser nebûna îş û kar û ser bertîl û perexwarina hikûmetê protestoyan dikin. Hereketa Flamîngoyan jî di protestoyan da destekê dide gêncan. Ew hereket navê xwe ji flamîngoyên li hêla Adrîyatîkê distîne. Projeyeka turîzmê dixwaze Vlora ya li ber Adrîyatîkê, merkezeka tehtîlê çêke. Hereketa Flamîngoyan dibêje ew proje wê zirarê bide heyata flamîngoyên li Adrîyatîkê û dixwaze projeyê bisekinîne. Fotograf: Leonardo Vph 🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e.
3 MIN
OCT 19, 2026
#485. Parîsa Rewşen û Ronahîyê Ketiye Teng û Tarîyê | Kurdish Podcast
🎧Dinê alem careka din ser protestoyên li Fransayê xeber dide. Ji Parîsê heta Marsîlyayê li gelek bajarên Fransayê, bi sed hezaran kes bo protestoyan dadikevin meydanan. Li meydanan, protester û polîs car caran tên hember hev û meseleyên şidetê çêdibin. Hinek protesterên maske li ser rûyên wan, li Parîsê dikan talan kirin, li Lyonê daîreyeka turîzmê, li Limojê bînayeka beledîyê hat şewitandin. Baş e, çi ye derdê wetandaşên Fransayê, çi dixwazin û rêber û rayederên dewletê ser protestoyan çi dibêjin, çi tevdîrê digerînin? Li Ewrupayê yek ji ekonomîyên mezin Fransa ye, bes li vî welatî kultûra protestoyê jî geş û şên e û kokên wê heta sala 1789an, heta wê sala şoreş û îhtîlalê jî diçe. Karker û rêncber, sendîka, gêncên li lîse û unîversîteyan dixwînin dema xizmetên dewleta xwe naecibînin bi protestoyan dadikevin meydanan. Salên dawî li Fransayê ser bac û xeracên dewletê, ser xizmetên xerab, ser bihabûna heyatê gelek protesto çêbûn. Eylûla 2026an li Parîsê gêncên lîseyan ser problemên sîstema xwendinê dest bi protestoyan kirin. Gênc dibêjin mekteb di halekî xerab da ne, mamoste kêm in û sinif qelebalix in. Tesîra protestoyên li Parîsê di demeka kin da gihîşt bajarên din jî. Sendîkayan destek dan protestoyan û bi sed hezaran kes daketin meydanan. Xêncî mamosteyan, kal û pîrên karkenar, ewên emeklî jî di van protestoyan da destek dan gêncan. Bi van protestoyan Hereketa Êlegzeran careka din rabû. Hereketa Êlegzeran sala 2018an di wan meş û mîtîngan da, ku ser bihabûna heyatê û nebûna edaletê bûn, bi destê milet çêbûbû. Sendîka dibêjin heyat li Fransayê pir biha bûye û milet ji ber bac û xeracan nikare îdare û debara xwe bike, rêber û rayedarên dewletê jî dibêjin ne tenê li Fransayê, li dinê her derê rewş wisa ye. Di protestoyên pêşî yên payîza 2026an da, destê gêncekî 15 salî qut bû û bi vê yekê girjîya li Fransayê hîn jî gur bû. Polîsan heta niha ji protestoyan bi hezaran kes desteser kirine. Serokomarê Fransayê Emmaneula Macron ser gurbûna protestoyan, talankirina dikanan, şewitandina daîreyên dewletê, got, Fransiz çawa dikarin tiştên wisa li Fransayê bikin? Wezîrên hikûmetê jiber protestoyan çepa radikal sûcdar dikin û dibêjin li çend bajaran kontrol ji destê polîsan derketiye, polîs li ber protesteran kêm mane. Ji wezîran, wezîrê karên hindur Laurent Nunez ser vê rewşê xwest îstîfa bike, ji kar vekişe, lê Emmanuel Macron ew îstîfa qebûl nekir. Wetandaşên Fransayê dikê Nîsan û Gulana 2027an jibo hilbijartina serokomarîyê herin sindoqan. Emmaneul Macron du dewran serokomarê Fransayê bû û qanûnên welêt rê nadin ku ew cara sisêyan jî bibe namzed. Anketên dawî raber dikin ku Marine Le Pen a radîkal rast tê hesibandin li pêş e. Le Pen ya bi gotinên xwe yên dijî koçberan tê naskirin hilbijartina sala 2012an di tûra yekê da, sala 2017 û sala 2022yan jî di tûra duduyan da der dabû. Di anketan da li rêza duduyan Jean-Luc Mélenchon heye, ew jî radîkal çep tê hesibandin. Emmanuel Macron ser protestoyên dawî dibêje, Jean-Luc Mélenchon milet manîpule dike, protestoyan sor û gur dike. Jean-Luc Mélenchon di sê hilbijartinên dawî da jî bû namzed, lê ti carî nema tûra duduyan. Wer tê xanê ku Fransaya ronahî û rewşenê, ketiye dewreka teng û tarî. Hinek gêncên nû radibin, dibêjin, ne çep ne jî rast, serok, sîyaset, parlamento ji milet pir dûr ketine, ji milet pir dûr dikevin. Eger sîstem çare dermanekî nebîne, dewr û dûzeneka nû destpê neke, çep be jî sîyaset rast be jî, wer tê xanê ku wê protesto hîn pir dewam bikin. Fotograf: Robin Jehl 🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e. ⁠
5 MIN
OCT 19, 2026
#484. Mektûba Guhdar Birûskovîç: Paradoksa Darê
✉️🎧Di van demên dawîn da ez li darên tik û tenê rast têm; darên li orta erdan tik û tenê. Ew darên tik û tenê hem xeman diavêjin dilê min, hem jî carinan hizûrê didin min. A rast jiber ku ez însanekî depresîf-realîst im, bi wan daran zêdetir xem li dilê min dikeve. ''Darên tik û tenê'' dibêjim, ''mîna me, mîna me bi hezaran kesan.'' Carinan jî dibêjim ‘’Çi manzareyeka xweş bi dareka tik û tenê..’’ Dar tesîreka paradoksî li min dike: ''Çi xweşik e, li ser xwe ye, li ber xwe dide'', dibêjim, lê dibêjim, ''çiqas tik û tenê ye..'' Ma jîyan bi xwe ne paradoksek e? Ma ne jibo mirinek hebe, pêşî hebûnek lazim e? Ma fîzîk jî nabêje pozîtîf û negatîf hevdu dikişînin? Berê darên ewqas tik û tenê tunebûn li dora me. Di nav erdên sor da, di nav ew erdên bi bereket da gelek dar hebûn. Teknolojî pêş ket û makîneyên fantastîk derketin. Mîna gur bikeve nav pez, însan bi wan makîneyên fantastîk ketin nav wan daran û ew kuştin. Di van demên dawîn da her gava ku ez dareka tik û tenê dibînim, piçekî disekinim li ber û paşê diçim ji wir, tiştek dimire ji min, tiştek ji min dimir.. Guhdar Birûskovîç Fotografa li qapaxê: Guhdar Birûskovîç *** 🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e.
2 MIN