/https://d3t3ozftmdmh3i.cloudfront.net/staging/podcast_uploaded_nologo/23358353/23358353-1770047389317-d7edec1caf627.jpg)
Perxudres Podcast
Perxudres Medya
#488. Bismillah Her Der Tarî Ye
OCT 22, 20263 MIN
/https://d3t3ozftmdmh3i.cloudfront.net/staging/podcast_uploaded_episode/23358353/23358353-1792695058773-8ef0e1996ad41.jpg)
Description
Gêncên Fransayê, gêncên payîza 2026an jiber şertên xirab yên xwendinê û bihabûna heyatê rabûn, di protestoyan da li dora sloganeka enteresan kom bûn: "Bismillah, c’est les ténèbres”
Tercûmeya vê gotinê ‘’Bismillah, tarî ye’’ yan ‘’Bismillah, tarî daket’’ e û dûz, dîrekt, rasterast mehneyekê nade, lê jibo gêncên Fransayê mehneya wê pir e û kûr e.
Bismillah bi Erebî ‘’Bi navê Xwedê’’ ye, Misilman berî dest bi karê xwe bikin vê gotinê dibêjin. Gotin ketiye argoya Fransizan, mehneya wê di zimanê ziqaqê da bûye îfadeyeka nola ‘’De were em destpê bikin..’’
''C’est les ténèbres'', va gotina bi Fransizî jî qeswetê, rewşeka reş raber dike, û mehneya wê ''tarî ye'', ''tarî daket'' e.
Li gor gotina gêncên rabûne protestoyan, polîsên xwestine li ser Snapchatê bikevin nêv komên protesteran, xwestine xwe nola wan bikin û bi vê gotinê, bi ‘’Bismillah, c’est les tênebres’’ silav li wan dane, lê wan ji vê gotinê di cîh de fehm kiriye ku polîs rengekî çerx dikin.
Gênc dibêjin polîsan tevî profîlên navên wan Mamedou û Abdellah û beyraqên Cezayîrê li ser qaşo xwestine xwe nola wan bikin, lê dibêjin jiber ku ew ziqaqê, zimanê ziqaqê nizanin, bi gotineka ti mehneyê nade, bi ’’Bismillah, c’est les tenebres’’ê ketine rewşeka komîk.
Rêvebir û berpirsên Fransayê ser ‘’Bismillah, c’est les tenebres’’ heta niha tiştek negotine. Lê gotin êdî bûye slogan di protestoyan da û li ser pankartên karton bi zimanekî mîzahî tê nivîsîn.
Bi van pankartan gênc dibêjin ew dixwazin raber bikin ku polîs û dewlet zimanê gêncan nizanin û ew dizanin ku ew dixwazin wan bi profîlên sexte manîpule bikin. Aktîvîst Greta Thunberg jî gava desteka xwe ya bo gêncan ragihand, got ‘’Bismillah, c’est les tenebres..’’ Ew gotin di protestoyên li Îtalya, Almanya û Belçîka jî tê xanê.
Li Fransayê sîyaseta radîkal rast ser protestoyan, Misilmanan, kesên kokên wan Ereb û Afrîqî sûcdar dike. Bi ‘’Bismillah, c’est les tenebres..’’ minaqeşeyên vê meselê gur bûne.
Foto: Islem Haoutai

