Perxudres Podcast

Perxudres Medya

#502. Mektûba Guhdar Dilazad: Li Şevê Bar

NOV 6, 20263 MIN

Description

Şev e, sar e, saet 1ê şevê ye, tarî ye. Sermaya payîzê heta hestiyên xwe jî hîs dikim. Lê belê ne xema min e çimkîîî hişê min ji bedena min xeyîdîye. Îro bedena min gote hişê min: “Ez nikarim vê stresa te hilgirim'' û xeyîdî.  Heyv li jor tam di hîzaya min de ye. Ronahiya heyvê dide Behra Marmarayê û derdorê piçekî be jî ronî dike. Ez li ser kursîyê xwe yê kampê runiştime û motor û vapor, gemîyên di behrê de temaşe dikim. Hinek ji wan pir mezin in belkû bi tonan tiştan hildigirin. Ji wan re dibêjin yük gemisi, gemîyên bar li ser. Ez û gemîyên bar li ser em bê deng li hev dinêrin. Carinan ez jî xwe mîna wan hîs dikim. Heçkû barekî pir giran li pişta min e. Lê dizanim ku tenê serê min pir tije ye û ew jî ji min re dibe bar. Welhasil dîsa xew nekete çavê min û min xwe berda jêra mala xwe û li ber behrê rûniştim. Naxwazim bi kesî re biaxivim, qet naxwazim biaxivim jî. Singa min teng e û dixwazim tama vê singtengiyê tena serê xwe bikişînim. Dixwazim tama êşê, kederê û hesretê bistînim, dixwazim singa min ew qas teng bibe ku ez tı carî vî hestî ji bîr nekim. Hestekî nexweş e. Lê belê pir bi tam e, êstiran ji çavên min tîne lê xweş e. Di guhê min de strana Ahmet Kaya “ Beni Tarihle yargila” lê dixe. Ez jî bi Ahmet Kaya re dibêjim “beni bilimle anla iki gözüm, felsefeyle anla ve tarihle yargıla”  Dema ez vê strana Ahmet Kaya guhdar dikim xwe têda dibînim û wekî wî li hember işq û evînê îsyan dike dilê min. Nema ji jîyanê tamê distînim. Tiştên min jê hez dikirin çûn û çûn, kêfxweşîya min jî li pey wan pişta xwe da min û çû. Dîsa bi Ahmet Kaya re dibêijm, “Beni yaşamımla sorgula iki gözüm, beni yüreğimle, beni özümle, bilimle anla beni, felsefeyle anla beni, tarihle anla beni veeeee öyle yargıla.'' Naxwazim wergerînim, ew stran jî wisa qedîya û çû.  Guhdar Dilazad EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast