Perxudres Podcast

Perxudres Medya

#503. Afganistan: Li Ber Dengê Muzîka Yasax | Kurdish Podcast

NOV 10, 20263 MIN

Description

Servîsa Darî ya Dengê Amerîka Qasima 2026an ragihand ku Talîbana li Afganistanê hikûmran e, li Xosta li şerqê welêt 650 enstruman û malzemeyên muzîkê şewitandine. Rayedarên Talîbanê dibêjin muzîk di Îslamê da heram e û kesên karên muzîkê dikin gunehkar in. Jiber yasaxên li ser muzîkê li Kabula paytexta Afganistanê çarşîyên tarîxî yên muzîkê hatine girtin, dikanên cil û xwarinê ketine şûna dikanên enstrumanan. Bi vê rewşê, hinek muzîsyen ji Afganistanê derketine, hinekan jî karên xwe yên muzîkê mecbûrî berdane û dest bi karên din kirine. Kesên karên muzîkê dikin, li malan veşartî, bi dizî vî îşî dikin. Neslên nû radibin, bêyî ku kesî bi xwe bihîsinin dersên muzîkê distînin. Aljazeereê Sibata 2025an ser rubabê, ser enstrumana milî ya Afganistanê xeberek hazir kiriye. Di xeberê de ostayekî jiber yasaxan rubaban bi dizî çêdike, dibêje bi vegera Talîbanê ra mişterîyên wî zêde bûne. Osta dide zanîn ku muzîsyen ji Afganistanê derketine û çûne Îranê, jiber ku muzîk li wir ne yasax e, ew li wê xurbetîyê sebra xwe bi rubabê tînin. Talîban bi derketina Amerîka ra sala 2021ê vegerîya Kabula paytext û kontrola dewletê jinûve xiste destê xwe. Berî vê vegerê di mabêna 1996 û 2001ê da kontrola Afganistanê di destê Talîbanê da bû. Li gor rayedarên Talîbanê, muzîk arezûyên nefsî gur dike, gêncan ji rê derdixe û zirarê dide exlaqê milet.